Şiir Tutkusu

Menü

Zarîna Laleşê

Dîsa nav dilan de êş û jan e
Zaxo birîndar e
Ji şeveqa sibê xwîn dikişe
Riya hêvî yê hatîye girtin
Gelên Êzîdan re heşir û tofan e
Pir mil qetîyan
Pir dest windan e
Ax û ax
Ji serî heta binî
War û wergehên Êzîdan mij û dûumanin e

Pira aramîyê ruxandin
Darên jîyanê şikandin
Gulên rengîn qetandin
Dilê Êzîd’an dirandin
Li vê gavê Nînova xwîn vedireşe
Ji belengazîya Êzîdan e
Belevbûna ajalan
Tevrevîna çûk û bûxukan e
Dîsa xesar û qîre
Bi demeke pir reşe Kurdîstan dertîstan e

Hawar û hawar
Wek bilindahîya Cûdî
Wek gelî û çiyaên Çemçe
Ji bêînsafî
Hovîtî ya Misilmanan e
Nalîna dilê hezar kesan e
Bi dîsa tevkujîya zar û zêçên hemû Êzîdan e

Ev ne bext e
Ne jî bextewarî ye
Ji derdan e
Nav Şengal’ê de
Qajîn û qêrîna dayîkane
Ax û ax qîz û bûkên Êzîdan birin
Ma ew ne mirin e
Ev tevger û helwest ên qehbikane
Bi rastî ev êrişê û bênamûsî ya Misilmanan e
Zozan û deştan de xwîn dikişe, dîsa zarîna Laleş’ê ye

Mehmet Çobanoglu
29.10.2014
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
5.00/5 Toplam verilen oy : 1
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu