Şiir Tutkusu

Menü

Yar Nehat

Silav û rêzê min bidin yara min
Ka jê pirs bikin rewşa wê çawa ye
Çavên wê reş mijangên wê geş e
Ew canik gul, sosinên zozana ye

Ew xezale ew cane ew bedewe
Ew yara min heyva ser şeva min e
Ew şevin û leila ye ew kulîlke
Ew tim ronahîya berbanga min e

Ew yara delal tim nura rewnaq e
Rûmeta wê dilê min de mayînde ye
Ew canîka kubar serdilka min e
Gerdan wê li mîna berfa spî ye

Ew hinare ew şaxe û gulistane
Ev dilê min bo wê yarê dinale
Rojane ez hêviya delalê me
Pir heyfe, yar nehat dil kalekale

Mehmet Çobanoglu
30.01.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu