Şiir Tutkusu

Menü

Xweş Bajar E Qers

Tu pir rindî pir xweşî bajara me
Raborîya te kevne welatê me
Gul, kulîlkên te şêrîn û rengî nîn
Evina hemû gelani Qers’a me

Diyarê geş qesra te jî bilind e
Tu şewq î tu şemal î bajarê me
Dorhêlên te çem û robar, newal in
Tu warekî pir şêrîn î Qers’a me

Qers’a rind wargehê kulîlkan î
Dorhêlên te zozan in, bajara geş
Gund û taxên te zehfin diyarê kesk
Tu rûmeta gelanî bajarê xweş

Zarşat, Qamuşan, Qaqizman û Selîm
Dîgor, Cilavuz Şoregel navçe ne
Qers , rûn, hingiv, penîrê te navdarin
Axa Qaqizman’ê bax û baxçe ne

Ecem’ên te gelek baş in Qers’a me
Tirk û Tirkman’ên te jî pir camêr in
Kurd’ên te rewşenbîr û ronakbîrin
Bajarê Serhad’a me diyarê me

Rêgeh û kolanên te hemû kevn in
Wargehê hemû gul û kulîlkan î
Tu rûmeta me gelan î Qers’a me
Şewqa rojan û evina dilan î

Mehmet Çobanoglu
15.07.2014
Qers
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu