Şiir Tutkusu

Menü

Xurcê Me Valaye

Sal bihurîn derd jî maye lo dilo
Xemgînîye, xerîbîye li bo me
Qêrîn, nalîn, êş û jane lo dilo
Cîhan şeve roj bû zîndan li bo me

Nêm û xwîn e me dikişe lo dilo
Birîna nav dilê me de pir kûre
Bêçareya xerîban e lo dilo
Warê me û welatê me zehf dûre

Birçîbûn tîbûn zehf zore lo dilo
Dilê me û kezeba me nexweşe
Roj me re reş e qetran e lo dilo
Xem û keser me re ma, ev çi rewşe

Tûr û xurcê me valaye lo dilo
Salane ji bo me cîhan tarîye
Dewlet ji me de hal nehîşt lo dilo
Bi rojane her der li me berîye

Mehmet Çobanoglu
21.08.2015
Stenbol


Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu