Şiir Tutkusu

Menü

Xerîbî Wek Heşire

Tofana qelaş bese dev me berde
Lihêf erde mitêl erde balîf erde
Bihar sare havîn sare dorhêl sare
Xerîbî yê de jiyan jî kul û derde

Xerîbî heşire xerîbî nexweşe
Ba tê bahoz tê bager tê roj nameşe
Gul bêbilbile ax bilbil û bêgule
Kovana nav dilan de tarî û reşe

Xerîbî yê de kesê bêkes barkêşe
Jiyan êşe şahî êşe xebat êşe
Gul-gulîlkên gulîstanan rengdavêjin
Dil û kezebên hemû hejaran dêşe

Nav şevên xerîbî yê de tim qêrîne
Di nav her çavan de rondik û girîne
Dûrahî şewate, cihêyî mirine
Ew kesê xerîbî yê de dil birîne

Mehmet Çobanoglu
29.05.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu