Şiir Tutkusu

Menü

Welat Xweşe Biparêzin

Roj çûava zehf tarîye
Berf û baran pir barîye
Dilê me de xwîn dikişe
Dorhêlê me av, herîye

Deşt û zozan me wêrane
Gundê me jî ber gulane
Zarînî ket nav zarokan
Derdê me jî zehf girane

Êriş anin Tirk û Ecem
Xwîn dikişe robar û çem
Gazî xortan û keçakin
Serok roje em herin cem

Bi salane Kurd bindestin
Pêtalên Newroz pêxistin
Kesan re koletî nakin
Êdî ala xwen derxistin

Tarî û şev ronahî be
Reşa şevan ser me rabe
Eemdimeşin şoreşgerî
Şefqa sibê bo me vebe

Zimanê me qedexebû
Bi salane maf tûnebû
Neyarên me hemû hovbûn
Cîwan rabûn roj xuyanbû

Qet top, tifing, şer naxwazin
Zarok tim lîstik daxwazin
Heyrana we ciwananin
Welat xweşe biparêzin


Mehmet Çobanoglu
08.01.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu