Şiir Tutkusu

Menü

Tevkujîya Rojava

Îro dîsa şêlîye û roj tarîye
Wey dinyayê wey dinyayê
Agir barî ser gundane, ser Kurdan’e
Wey dinyaê ev çi rewşe ev çi hale
Bêbext hatin bi komdarî, hewareya me Kurdan e
Êriş anîn ser malane wey dinyaê me hêtûne, me şewate

Nijdevanan gule barand
Û mirine, tunebûne Sefîre xwîn dikişe
El-Nusra bênamuse, tim kujtarê zarokane
Tel Hasıl ber gulane, Tel Aran pir dûmane
Heleb mîna karxezalan kale kale û dikale
Rondik barîn li dêmanin, qêrîna dayîkane
Kezeb me jî qelandin, me Kurdan tim qêrîne û şîvane

Gurmînîya hewanane, fixana zarokane
Bedenên van perçe perçe li ser qadan reşandine
Ev Nemisilmaniye, nemirovatîye, tilîya Erdoğan jî navdaye
Rojava jî bû gorîstan, hewarîya me Kurdan’e ev bûyera xinizane
Rêz bi rêz rêzên mirîyan, xwezî kesek nemirîya ev hunerê Erdugan’e

Disa tade dîsa zilm
Haleb mina Halepçe’ye
Axa Kurdan pir adane; hesûdîya neyarane
Hawar hawar me heware dîsa şîne û şîvane
Dayikan jî xwe lê zarokan pêçane, necan û ne jîyane ax dîsa li bo me qire.
El-Nusra gurê hare pêşengê wan Erdugan’e , azadîya Kurdan li ser me tim ferze.
Dîsa zore û dijvare tevkujîya zarokane, misilmanî jî neve, xwîn dikişe zarokane


Mehmet Çobanoglu
02.08.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu