Şiir Tutkusu

Menü

Şoreşa Şanaz

Êdî ev qas stem bes e
Şoreşî ya hevdem hez kin
Tu pakrewanan bîr nekin
Têkoşîna gel bilind kin

Ji bo welat, kom bin werin
Bedenekî de berhev bin
Bi kulmên xwen jî bilinkin
Pêşte herin tim her hebin

Lê xin lê xin fedînekin
Silav bidin cengaweran
Serxwebûna me pir nêz e
Destên xwe bidin şervanan

Ji oxura azadî yê
Rabin werin, dest bidin hev
Li Şengal’ê û Kobanê
Dozvanên me ketin tev hev

Bo şoreşî yê bimeşin
Ala rengîn zehf bilnd kin
Firsed medin neyaran
Kurdistanê her dem şên kin

Mehmet Çobanoglu
25.09.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu