Şiir Tutkusu

Menü

Serdilka Min

Xweş dimeşî bi serê xwe
Te kil lêdaye çavên xwe
Dêmên te de gul vebûn e
Te xêlî daye serê xwe

Serdilka min werê ba min
Bişirînê xwe bide min
Bejnûbala te xweşik e
Bibe bûka dayîka min

Min dilê xwe te re vekir
Nav de te re qesrek çêkir
Dirêj bike her destên xwe
Min firşê xwen te ve geşkir

Bêhna te wek bêhna gulan
Germa te wek germa dilan
Ez dixwazim were ba min
Dil bikî min bike talan

Were ba min were ba min
Bistîne dil-hianavên min
Ji te ve şa bim kêfxweş bim
Fermo destê xwe bide min

Mehmet Çobanoglu
31.10.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu