Şiir Tutkusu

Menü

Ronahî Bû Heşyar Bin

Ez bin destê neyaran de lawazim
Şerpeze me bextiyarî dixwazim
Ger rizgar nebe axa walatê me
Hemû cîhan bidin min ez naxwazim

Ez lawê gelan im, rêwî yê şoreşim
Bo serefirazî yê her dem dimeşim
Rizgarî nêze; hevalan bawerim
Ez her gav bi hêzim, her dem pir geşim

Kara me azadî ye doza me erd e
Axa me vegirtin mirîn jî serde
Em sitem naxwazin neyarê xedar
Wekhevî dixwazin mafê me berde

Bo azadîya gelan em dozvanin
Bi şevan û rojan her dem dervanin
Bo gelan serxwebûn rûmet, şanaz e
Ronahî bû heşyarbin em şervanin

Destên karkeran de çakûç û dasin
Gelê me bêcil, bêkiras, pêxasin
Bese xulamî, gavanî rabin pê
Em dijî neyaran her dem mêrxasin

Mehmet Çobanoglu
02.08.2014
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu