Şiir Tutkusu

Menü

Roja Nû Ser Dimeşe

Cudî, Sîphan çiyanin stargeha şêranin
Kato hevalê wane navde bêhna gulanin
Werin welat bigerin deş û zozan li serin
Kalîna kar, berxane û hêlhêla çûkanin

Ararat bejbilinde rêberê rojhilate
Him payîz him havîn lê û bo gelan xelate
Dawê de jî çavkanîn pir zelal û şêrinîn
Herêma jor Serhet’ e ew bakura welate

Nemrût çiyakî berze û gul- sosinan geşe
Hûn jî werin mêzekin roja nû ser dimeşe
Peykerên lê pir kevnin û şahidê Berhîm’in
Rabin werin Semsûr’ê şara Kolik pir xweşe

Mejîyê me de Amed’e serbajara Kurdane
Zebeşê wî dermanin, nirxê wî wek zêrane
Axa wî jî adane, şopên gerillan lêne
Ev dijrabûn hunerê hemû keç û xortane

Dlê me de welate yekıtîya gelane
Metînan û Qendil’ê Botan, Munzur de cenge
Çobanoglu dibêje bêserbestî mirine
Qet guhnedin neyaran ; dengê gelan xweş denge

Mehmet Çobanoglu
24.06.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu