Şiir Tutkusu

Menü

Roja Jinan Heştê Adarê

Jin- jiyan, dil û can hebûne
Wek ku jin dinê de tune be
Deman ê tim tarî bimîne
Hilatina şefaqê nabe

Ked pîroze jin jî jiyane
Koma gelan bêjiyan nabe
Hesê xweş jî bextiyarî ye
Bêberamberî jîyan nabe

Îro heşyarbûne, rabûne
Vejîna jinên cîhanê ye
Şanazî, serbestî, hebûne
Dîsa Heşt’ê Adar’ê ye

Dest bi destan û mil bi milan
Refê qîz- jina bi hev re
Bi tev rabûn hatin li qadan
Dil û can dimeşin bi hev re

Ev dem û roja vejîni ye
Heşt’ê Adar’ê ye xweş roj e
Berxwedana jinên cîhanê
Ev roj xweş roje pêşeroj e

Mehmet Çobanoglu
06.03.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu