Şiir Tutkusu

Menü

Qemerê Can Ez Qurban

Qemerê dil evînê
Bedewî tu wek zînê
Ez dimirim li bo te
Kulîlka nav havînê

Welatê me şêrîne dorhêlê wî hêlîne
Qemerê can ez qurban çi dibe min bibîne

Lamên te wek sêvane
Livên te wek fêkane
Tu rabe were ba min
Singê te wek hîvane

Welatê me şêrîne dorhêlê wî hêlîne
Qemerê can ez qurban çi dibe min bibîne

Reşê, qemerê neçe
Warê Kurd’an tim qence
Bila hesûd nekenin
Li min neke îşkence

Welatê me şêrîne dorhêlê wî hêlîne
Qemerê can ez qurban çi dibe min bibîne

Qemerê tu xweş kesî
Ez te nadim tu kesi
Tu bawerî min bîne
Ez naxapim tu kesî

Welatê me şêrîne dorhêlê wî hêlîne
Qemerê can ez qurban çi dibe min bibîne

Mehmet Çobanoglu
25.07.2013/ Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu