Şiir Tutkusu

Menü

Nêçîrvanê Hov

Lê qemerê çav reşê, ez xemgînim, bêhalim,
Ax pir kûr birîndarim, ji nav dil de dinalim,
Nêçîrvanekî pir hov rêçên min dişopîne!
Wek askan, gakovîyan newal, kendal digerim.

Lê qemerê çav reşê, bêşik ji min qêrîne,
Qet derfetê min nema, li dîsa min girîne!
Nêçîrvanê sîtemkar dorhêla min digere,
Xwestinê wî jî ewe, goştê min biqelîne.

Lê qemerê çav reşê, dilê min de agire,
Per û baskê şikestî milê min jî nagire;
Ez dibezim nabezim, derd û kul jî pey min e
Nêçîrvanê bêwijdan li dike min bigire.

Lê qemerê çav reşê, wek xerîban rebenim,
Çi rewşe hat serê min? ber tîr û ber kêranim!
Nêçîrvan bû qeda min, perçe kir kezeba min,
Ev çîye hat serê min? ağirim û hêranim.

Lê qemerê çav reşê, demsal sare qefilîm,
Bi rojane direvim, bese wele betilîm,
Nêçîrvan ji pir hare, wek leşkerê Rom’ê ye
Ez bi tirsa canê xwe çiyan, banîyan fetilîm.


Mehmet Çobanoglu
15.08.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu