Şiir Tutkusu

Menü

Nalîna Êzîdan

Dîsa li me ferman e goştê me hêrandin
Xwîna me rijandin, dilê me jî qelandin
Lêxe lêxeYPG Şengalê rizgar bike
Hinek Ereb, Ecem in gundên me şêlandin

Tim halan û talan e dîsa agir baran e
Serê wan de şaşikin destên wan de Quran e
Lêxe lêxe PKK ew bi aqil sivikin
Êriş dan me Êzîdan, hestê wan ên guran e

Bin pê û lingan de derguşên zarokan e
Hemêza dayikan de darbestên pitikan e
Ser axa Kurdîstanê nalîna Êzîdan e
Ev bûyera bêbextî, pêşkêşê nezanan e

Bi salane li ser me tim sawa neyaran e
Ji me xwîn diherike mîna ava çeman e
Dozvanê me PJK, piştvanê me pêşmerge
Em Êzîdin em Kurdin em dostên gelan e

Mehmet Çobanoglu
10.09.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu