Şiir Tutkusu

Menü

Mirazê Min Û Te

Bedewê navberê min û te de daristan in
Rê û şiverê tune, dor newal û çiyan in
Bextê min zehf reş e li min baran û bager e
Roj min re pir tarîye; kêfa mar û mişkan in

Demekî kurt nîne, dibe ku bist û sih sal e
Dîsa min pirs dikin dibêjin “ev çi hal e”
Ez dibêjim jiyana min de kul û jan heye
Xezal bê te min re tim hilweşandin û çal e

Delala min mirazê min û te çima nabe
Per û baskê min şikest mil jî li min ranabe
Evîna min ez bê te pir nexweş û bengîn im
Xezal tu ji min zehf dûrî, dilê min şa nabe

Gula min bê te dil û kezeba min birîn e
Delal ez gorî te bim navê te pir şêrin e
Ax xwîn vedireşim dilê min de êş tijîye
Ez agirim ez alavim werê min vemirîne

Dem xerab e bax û baxçê min kulîlk venade
Derd û kul pey min ketiye destê min bernade
Gulî dirêjê û bisk geşê heyv, stêrka min
Min berîya te kir, dikim bêm felek rê nade

Mehmet Çobanoglu
27.08.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu