Şiir Tutkusu

Menü

Megrî Dayika Min Megrî

Megrî dayika min megirî
Ev dewran dewraneke cûda ye
Bêbextî di tê de tijî ye
Mêrkujên zaroka û mezinan
Şên û kenan ve
Bêşerm
Ser axa me û ser welatê me
Bi quretî dimeşin û hovanî digerin

Qopan û bêrûmetî bûye
Qedir û qîmet
Serîheldan ketiye
Nav lêvên şevan, rûmeta gelan
Bo xatirê war û axa me
Berxwedan naqede û ranaweste
Heya welatê me azad nebe û nebişir e

Megrî dayika min megrî
Tarî kûr e
Dem şev e
Rê û dirban vedişêre
Nikare stêran bixapîne û nikare hilweşîne

Qisewata neke ê nacemidin
Agir ê fitîla azadî yê pir gurr e
Şewl dide û dibiriqe
Dibe ronahî
Dikeve nav her destên te û tim roj vedide

Megrî dayika min megrî
Bi rika bêrûmetan megrî
Rûken be her dem be
Bêguman hewldan
Bo azadiya welat û axa me pir giring e

Megrî dayîka min megrî
Bi ciwanan pêrazî be
Hêzên wan
Şadî ye, serefirazî ye, azadîyeke pîrez e

Hebûna me, şanaziya me
Bendewarê welatê meyî
Megrî dayîka min megrî
Heya çareser ne be
Pirsgirika gelên me
Ranawest e şerê me
Haş nabe qajîna me
Ê dîse bidome hewldana heval û gelên me

Azadî jiyan e
Rûmeta gelan e
Germa rojan e
Axa
Botan e
Serhad e
Dêrsim e
War û wargehê gelana e navê wî Kurdîstan e

Mehmet Çobanoglu
07.05.2014
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu