Şiir Tutkusu

Menü

Lê Zerê Por Geverê

Lê zerê por geverê mala me hemberê rê,
Rojane bendî teme, tu çim nehatî hê?
Min çavberda bejna te tu ketî nav dilê min!
Ez evîndarê teme zû were sebra min bê.

Amura porê te şe, porê te jî pir geşe…
Ez heyrana xuyê te her gotinên te xweşe,
Gava ez te dîbînim kula dilê min diçe;
Min te re şarek kirî rengê wî jî pir reşe.

Lê zerê kesk mêzerê çavxezala bedewê,
Kewa min kewoka min, kulîlka nav baharê,
Ez daxwazim tu were, bila kes te nehese;
Tu bo min tim bihiştî, lêv sorê rû hinarê.

Zera min delala min devkenê were ba min,
Rewşa min zehf xerabe, bibe çara halê min,
Te çima min ahakir? Agir xist nav dilê min!
Ez bengîn ez mecnûnum, te tim dîzî eqlê min.

Salane ez ahame, xulamê eşqê teme,
Tu Zîn’î ez jî Mem’ê dîwanê çavê teme,
Zera min por geverê, kêrî dilê min were,
Wele bo jîyana te ez mirinê re heme.

Mehmet Çobanoglu
21.02.2013
Stanbul
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu