Şiir Tutkusu

Menü

Koç Kirina Hezran


Dayê her tişt me re tarî û zenge
Tim qêrîn, qijîn û tim behît denge
Ne bax, baxçe ne gund ne bajar mane
Salane axa me de şere, cenge

Jiyan li me Kurdan re pir yemane
Bi hezaran kul û êş nav de mane
Ev cîyê stembaran warê me ye
Axa me de dengê çek û qirmane

Gelê me bêrîndarê van gulanin
Dayîkên me digîrîn bi rojanin
Vê zivistanê ji me re şîvan e
Neyarên me mîna mişk û maranin

Mal xera kirin gud jî wêran kirin
Gor û gorîstanên me xopan kirin
Rom’a hov ser me bombe dibarîne
Dîsa hezar kes bi hev re koç kirin

Gul, kulîlkên me ji axê qetandin
Dil û hinavê me jî tev hêrandin
Ev zilm ev zordesîya Rom’a reşe
War,walatê me bi hev re şêlandin

Nalîne, şewate di dilan de ye
Qira me ye û tarî serî daye
Cizra Botan li Farqîn’ê talan e
Me re xem me re keder, keser maye

Mehmet Çobanoglu
17.01.2016
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu