Şiir Tutkusu

Menü

Kend Vedan Jiyane

Ciwanên gelê me çal vedan, kend vedan
Bi rastî leşker ji bi tirsan deng nedan
Şêrên gelan xort û keçên çelengin
Şervanên Kurdan dijmin girtin bernedan

Dijrabûne, serîhildane gel rabûn
Bi rastî, şoreşger, şoreşvan ba hev bûn
Rizgarî, hevreyî, yekîtî giringe
Roja raja gelan e gelên me tev şabûn

Salane tim şere her dem me re xeme
Rizgarîye iro gelan re xweş deme
Gever’ê, Gimgim’ê, têkoşîn dimeşe
Her bijî berxwedana, her bijî gelê me

Her dem ala me tim hemêzkin, bilindkin
Bi şevan û rojan haşnebin qêrînkin
Li Lîcê, Gimgim’ê xendekan kûr vedin
Guh nedin qehpikan warên me avakin

Birayên delal xwîşkên hêja tev werin
Çiya berzin, bilindin heval li serin
Li zorê bidin leşkeran bicehminin
Bi lez û bi bez ber ve roja nû herin

Mehmet Çobanoglu
15.09.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu