Şiir Tutkusu

Menü

Ji Kerama Xwen Bêje

Hevalo ji kerama xwen
Ji wanqelaşan re
Û xulamên pertalan re
Bêje:
Xwe firotanî
Şerm û risfatî ye
Bi rûmet û şanazî bi camêr î
Rastîbûna jiyana xweş û hîmên azadîyê ye

Hevalo ji kerama xwen
Wan belengazan re bêje:
Bila ji dizekan re nemeşin
Nijadperestan re
Nekenin
Nexwên û venexwên
Mêrkujan re nebin dost
Bila bêbawerî û
Xayînantayê nekin
Ew tiştekî pir zor e
Piçek mirov
Piçek rast bin
Tu car û tu wext mirovati yê winda nekin

Hevalo kerema xwen
Wan sivik û gêjan re
Bêje:
Bi hiş
Bi dil
Bi vac bin
Dilevan û lehng bin
Bila
Evîndarê welat bin
Xwe naskin
Bila ji her derê
Gelan hezkin
Welatên me nedinvegirtin
Bi hemû aştî xwestan re
Tim hev re bin
Berxwedanî bidin
Ger kes neê kuştin
Ji jiyaneke xweş li hemû kes jî wek hevbin

Havalo kerema xwen
Ji wan bêbextan re bêje
Êdî bese
Heşyar bin
Şêx û axan
Sermiyanan bawer nekin
Ji dev berjewendîyên xwen berdin
Bi civakî bifikirin û tim civakparêz bin
Tim bendewarê welat bin li tim bi Kurdîstan’ê şabin

Mehmet Çobanoglu
31.07.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu