Şiir Tutkusu

Menü

Heya Berbangan

Ez û tu
Şev û tarî
Te re heşir e min re kovan e
Min re şîn e te re şîvan e
Bê te cîhan min re zindan e
Dilê min de êş û jan e
Bedewê ji nişk ve rabe bo min were

Hêstirên çavên min
Dibarin
Pêl û pêl diherikin
Nav dil û hûndirê min çem û robar e

Stêrka cemser jî
Pir dûr e
Tu qet nayê xuya
Rabe were
Hêvîya te me
Li hêvî hiştin jî pir zor e
Tu her dem dikevî nav hişê min
Her tim dikevî nav xewn û xiyalên min

Were şevên havîn’a şîn de
Ji bin heyva rût û tazê de
Em tev bigerin
Heya berbangan
Bi heta serê siban, bêrîya min û te ve

Dilê min çerxa evînê ye
Her dem te daxwaze
Were ba min
Bizanibe
Bê te
Hişê min bêhay û bê hizr e ax li min

Were dil zû were
Ez te daxwazim
Bibe heyverona şeva min, şewel bide

Delala min
Ronahîya çavên min
Te daxawzim
Têkeve nav jiyana min
Dem dike min bikuje
Dike min tune bik
Dem bêbext e û xedar e
Were dêkeve nav hemêz’a min
Bibe gûstêrka şev’a min
Ronahî bike dorhêlê min şên bike dilê min

Mehemet Çobanoglu
06.05.20012
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu