Şiir Tutkusu

Menü

Hesreta Min

Bi roj û salan e min re qirîn e
Di kezeb û dilê min de birîn e
Xem û xeyalên min tev helweşîyan
Xerîbî min re tim qîr û dirîn e

Barê min giran û kula min kûr e
Çavê min kor be, welatê me dûr e
Ketim di nav derd , êş û fikaran de
Nikarim herim dorhêlên min zûr e

Êdî bes e ev xerîbî zehf zor e
Ava welatê xelqê zêde şor e
Dilê min pira xem û kesaran e
Diyarê bê kesiyê min re xor e

Çiqas bêjim kula min xelaz nabe
Dil bêçar e digrî û şa nabe
Ev hesrata min e kûr jî pir zor e
Min biryar da em herin de zû rabe

Warê xerîbîyê min re şîvan e
Her der tim şev û tarî, êş û jan e
Xerîbî yê de rewşa min yeman e
Hewar! Her der mij û her der dûman e

Mehmet Çobanoglu
20.05.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu