Şiir Tutkusu

Menü

Greva Birçîtiyê

Lê dayikê
Ax limin dayika min
Ji dert û kulane
Agir dibare bax û baxçên me

Ji zalimane
Roj bi te bûn tarî
Her gav jiyan li bo te
Qey dojehe
Gulên me çilmîsîn rebenê xemgînê daê

Lê dayikê
Birçîtayiya ciwana ye
Her rojane didome
Lava te jî li navde ye
Belengazê
Rebenê
Gulên lawan
Diçilmisin
Ma ne heyfe zarokane zîndan de diqelin

Lê dayikê
Zîndanên Rom’ê
Diyarê mirînê ye
Roj şewatin
Şev agirin
Ax xemgînê xwe tuneyê
Dêmên te sor gewezin
Ji hêstir çavan te tên
Xwîn dibare li ser te de
Tu warê kulanî tu dayika me Kurdanî

Greva birçitîyê pir giran e
Ciwanên me diçin mirinê
Girtî zorê de ne
Dijrabûna hevalane
Bo azadiya Kurdan e
Têkoşîna şanazîye de
Bi hezeran
Cîwan hene
Daê rebenê dil keserê nav de yek jî şêrê te ye

Ax dayikê
Li te zarezare
Nalîna zinaran e
Asîmanan de şîvan e
Dewleta Rom’ê her dem hare
Zindan kirin gorîstan
Bêbextîya Erdogan e
Dimirin şêrên me hemû lawên me Kurdanin

Mehmet Çobanoglu
15.11.2012
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu