Şiir Tutkusu

Menü

Ez Tu Nekenîyam

Roj çû ava dem min re pir dernge
Dilêmin de kêr û gîzan, hevrînge
Agir, pêt û şewat jî min dêşîne
Çawa bikim dinya min re bêrenge

Dîsa li ser min bager û baren e
Ax ne heyfe dem jî min re şaran e
Çavê min de jî hêstir tên wek jahre
Evîna min derdê min pir giran e

Roj min re bû qetran şev jî gorîstan
Hawar bo min were keça Kurdîstan
Ez xemgînîm û melûlûm,belengaz
Min re bibe bajar bibe şarîstan

Wey li min wey û her tişt hat serê min
Hêvîya te me zû were li bo min
Were bo m in we re qet nebêje na
Bi rastî te pir dixwazim gula min

Ez tu nekenîyam delalîya min
Ji min dûrnekeve bibe hîva min
Delal ez bi van şevan pir bêzarim
Şewl vede rake tarî û şeva min


Mehmet Çobanoglu
09.02.2015
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu