Şiir Tutkusu

Menü

Ez Dildardarim

Ez tim evîndarım
Ezim dildar
Bi her rojên bihar û havînan
Ezim bi gulan ve geş dibim
Bilbilan ve dixwenim û dilşah dibim
Per-baskê min pir tenikin û pir nazikin

Dilê min dilekî zehf germe
Dilekî narîn û zîz e
Wek gulên axa me
Evîna min evînekî pir kûre
Gava keçên welatê me
Diçin bêrîyê dibin bêrîvan
Ez bi wan mêze dikim
Dibim heyrana bejn û balên wan
Ên kubar wek şitilên darên gez ê pir zirav

Ez qurbana hemû dilketîyan
Evîndaran…
Bengînan, çelengan
Şoreşgeran, bendewaran
Keç û xortan bi hemû egîtan
Ez jî evîndarim, evîna min bo welat e

Ez tim evîndarım
Ezim dildar
Dildarîya min bo berîvanan
Bax û bexçan gul û gulpikan
Quling û betan
Hemû xweşikan, bedewan
Keçên qemer, spî û kejan

Ez tim evîndarım
Ezim dildar
Oy li min oy eman
Lê keça delal
Êdî nazya neke
Bese min neperçiqîne û xemgîn neke

Lê çav reşê, lêv sorê
Birh belekê
Li min xemgînê
Ez ketim ber bextê te
Min gorî xweke
Bi careki dîsa xweş bikene
Dilê min xweşke dilê min şênke
Nav de war û welat, Kurdîstan a me veke

Mehmet Çobanoglu
04.02.2012
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu