Şiir Tutkusu

Menü

Ez Canim Tu Cananî

Barane ax jî şile, li jorde berf dibare
Rebenê em bimeşin, zû bike dem êvare
Ez gorî gurra min ke, tu car jî fikar meke
Bihar’a me rêda ye, nav de germ û xubare

Megirî ,nelorîne paş şevan ronahîye
Em destên hev bigirin lı bom e şanazîye
Tu kewî ez kevirim, vêsa xwen ser min dayne
Ev dilê min birîndar li bot e avahîye

Em rabûn em rêketin, em bi hevre dimeşin
Em çakin dil daxwaze ,evîna dilan xweşin
Wek azadîya gelan, wek awirên zarokan
Wek kulîlkên havîn ê, him şêrîn him jî geşin

Dîlberê û qemerê çi dibe xema neke
Baran e li me sare, pesîrên xwe min veke
Tu min nazîya neke her destê min navdeke
Ez canim tu cananî, bi her tiştê me yeke.

Mehmet Çobanoglu
18.09.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu