Şiir Tutkusu

Menü

Evîna Dilêminî

Bêawerte te hezdikim, tu kulîlka dilêminî
Qemera min çavreşa min, tu bihara warêminî
Ez heyrana wan kenên te, digindirin ser lêvên te
Navde tijî gul-soinin mîna axa welatêmîn

Nazaminî xezela min; mîna hingiv, şekir xweşî
Nav ziravê, bejn bilindê tu zaneyî aqil geşî
Pişta te de zîv kembere, destê te de hina sore
Dêrê te jî hevrîşime tu kubarî xweş dimeşî

Delala min bedewa min gerdana te morî, mircan
Min te re xanîk avakir her kêran wî wek bircan
Ez daxwazim were bamin, min hemêzke tim dil û can
Ha te re gûz, hinar û sêv, têxe nav tûrik û xurcan

Tu fîrdewsa diyarê min stêrka şevaminî
Rojaminî, gulaminî; nanêminî, avaminî
Tu jiyanî tu hebunî tu keça gelê Kurdanî
Ronahiya çavêminî tim evîna dilêminî

Mehmet Çobanoglu
16.02.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu