Şiir Tutkusu

Menü

Ev Evine

Pir rindî û pir şêrînî canê min
Heyrana bejna te me xezela min
Kubara min keja min xweş bedewê
Tu kulîlka ser şaxanî rinda min

Şadîya min hedûra min dilê min
Nazika min bilbila min roja min
Ez ketim berbextê te zû were
Ronahîya çavê min şeveqa min

Hinara min gilyaza min siva min
Hingiva min tama ser zimanê min
Dilberê dile min tim te dixwaze
Kes qasî te bedew nîne gul min

Bi salana dilê min de hez maye
Çavreşa min tava te min vedaye
Kiras sorê lez bike were ba min
Delalê ev evîna min sewdaye

Mehmet Çobanoglu
28.04.2015
İstanbul
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu