Şiir Tutkusu

Menü

Em Welateki Azad Dixwazin

Em welatekî dixwazin bêderd be
Bi gul û sosinênan xemilandî be
Pezkûvî, kew û kevok lê biçêre
Ava çeman û golan lê zelal be

Em welatekê dixwazin bi malan
Bila bibe şaîya hemû dilan
Tim bêşîn tim bêkeder tim bêderd be
Gelên yê lê bila şabin bi salan

Em welatekî dixwazin tim serbest be
Her dem rizgar, şadî tê de berdest be
Gelê di nav de dijîn tim bêkeder
Hemû ne xulam ne dîl bi xweş hest be

Em welatekî dixwazin bi hêvî
Bêguman bi her gav her roj her şevi
Bila di dilan de her dem hêşîn be
Bêçeqil,bêkevir bêhej, bêdevî

Em welateki dixwazin bi qonax
Quncê di nav de bibin baxçe û bax
Jin û mêrên di nav de bijîn wek hev
Roja li nav de gulan re bibe şax

Mehmet Çobanoglu
29.12.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu