Şiir Tutkusu

Menü

Em Ne Dil Ne Xulamin

Dîsa li min lez û beze diherim
Ez ji derdan û qedane direvim
Kend û newal, deşt û zozan şewatin
Agir xistin hemû malan bêwarim

Ev çi rewşe? Neyar hatin dubare
Şev tarîye berf û baran dibare
Şekal qetiyan ez dîsa pêxasim
Xwîn dikişe pêl rabûn me robare

Bêdeng nebe, zû were doza me ye
Nav dilan de evîna welat heye
Pêşniyarên şêr û şervanên Kurd’an
Rizgarîya gel ve girêdaî ye

Em rêwîne rêwîyê serfirazin
Em Berrîtan em Mizgîn em Bahoz’in
Em ne dîl ne xulamin, şoreşvanin
Em rabûn, heşyarbûn welat daxwazin

Tev bêbextan û xinizan negerin
Ew ne mêr ne jinin tolî digerin
Qesem û sondên gelan rizgarîye
Ciwanên Kurd’an him şêr him rêberin

Mehmet Çobanoglu
23.10.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu