Şiir Tutkusu

Menü

Dilê Me Xopan Kirin

Hawar zû werin stargehê me çêkin
Gundên me hilşandin malan avakin
Neyarên lawir çavberdan canên me
Dilê me birîn e derdê me pakin

Ketin nav perestgehan û nav dêran
Jiyanan gel xera kirin û hêran
Dîsa çax dîsa dan me herimandin
Stûyên zarokan jî dan ber kêran

Misilmanan dest-pîyê me jê kirin
Roja me reş dilê me xopan kirin
Wijdanê wan tune hemû kujtarin
Peneberên Mexmur’ê dan koç kirin

Hawer li me hawar ey Yezdan’ê jor
Ji xwîn me dikişe çilkên herî şor
Li Şengalê qet can û jiyan neman
Misilmanên xwînvexwar dîsa bûn xor

Ax li me ar û şewat me re bû şûn
Ereb,Ecem,Tirk bi hev re dilşa bûn
Misilmanên tol bêrûmet û her dem hov
Qîz û bûkên me Êzîdan hildan çûn

Mehmet Çobanoglu
12.08.2014
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu