Şiir Tutkusu

Menü

Dilbera Min

Navê yara min Xezal e,
Qey şekir e qey hingiv e,
Ez rêwîyê rê ya dûrim;
Cihêbûn jî qey mirin e.

Xezala min pir dela e,
Pir qemere ten zelal e…
Perîşanim, şerpezeme!
Cihêbûn jî tu nehale.

Hevala min tim kubare,
Qey nûre, tavî dibare,
Ez rêwîme pir xemgînîm,
Debara min nedebare.

Xema neke dilbera min,
Derde, kule bû para min,
Ez bimirim min bîr neke,
Bêje : dijî evîna min.

Birh reşa min rûgeşa min,
Ez warim tu bilbila min,
Tu negirî ez qurbanê,
Carcaran were qebra min.

Mehmet Çobanoglu
17.02.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu