Şiir Tutkusu

Menü

Dil Dixwaze Rizgarî

Şilî, baran pir barî
Êdî bese ev arî
Serhildan û azadî
Dil dixwaze rizgarî

Rabin werin nav kendan
Gul, sosinan tev vedan
Yekîtîya me çêbû
Dilşahî ye bo Kurdan

Gelên me çûn ser qadan
Her bijî koma merdan
Madem gel bi hev re ye
Guh nedin êş û derdan

Hemû gel xwîşk, biranin
Qedir, qîmet giranin
Keç û xortên me gelan
Tevayî wek şêranin

Kendav, bendav netiştin
Hevalan şev qelaştin
Em rêketin, dimeşin
Me re Kurdîstan hiştin


Mehmet Çobanoglu
09.05.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
5.00/5 Toplam verilen oy : 1
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu