Şiir Tutkusu

Menü

Dil Bendê Te Ye

Dil, xwezîya min ji wê roj ê
Kulîlk heşîn bin, ser beroj ê
Xezala min û çavreşa min
Yara min jî bê li Newroz ê

Bêrîya min de yara min e
Ew dilê min de gula min e
Li ser erdê bêhna mine
Ji asîmanan roja min e

Can nêzîkaya cejna me ye
Hemû gelan re têr şadî ye
Her kes rabûn tên Newroz ê
Yara min ev dil bendê te ye

Yara min ez hê jî ciwanim
Û bo azadî yê şervanim
Dil tim daxwaze evînî yê
Rabe were ez te gumanim

Gelan re dîlan e, govend e
Yarê dil azade nebende
Newroz e û xweş roj e, cejn e
Jiyan e rûmet e, pêwende


Mehmet Çobanoglu
O3.03.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu