Şiir Tutkusu

Menü

Daê Tu Dilê Minî

Daikê stargeha min, bendera jiyana min
Te li bedena xwe de hêlînek vekir bo min
Te hez û evîna xwe per û baskê xwe da min
Te rojan zikê xwe de min gerand û tim veşart

Daê ez heta mirinê rojan te bîr nakim
Van rojên xizanîn de belengazim ax dikim
Bi delekî tenê me wê bo te ava dikim
Ez qurbana te were, tu bibe fîrdewsa min

Dayikê kulîlka min stêrka nav şeva min
Tu neçe ez bêm ba te, ronahîya roja min
Daê tu canê minî kezeb û gurçika min
Keda te ser min pire, mafê xwe min helalke

Daê min şîrê te mêt, şîrê te ve mezin bûm
Ramûsa te dida min ez wan ve tim şa dibûm
Min rihet nedida te, ez her şevan radibûm
Gava ez nexwaş dibûm qey giyana te diçû

Dayikê xerîba min, bêbavê bêkesa min
Ka bax û ka werzê te ka war û welati min
Zehmeta te jî pire wele tune kêfa min
Daê negîrî nelorîne ax bê war û bêhalê

Mehmet Çobanoglu
12.05.2013
Stenbul
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
5.00/5 Toplam verilen oy : 1
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu