Şiir Tutkusu

Menü

Bo Min Gul Vede

Yara min
Dilê min
Lez wera ba min
Ez helbestvanê bê niştiman im
Ez bi salan e bêguman û bêziman im
Were vê bajarê xerîbîyê min helde bibe

Yara min were
Min tenê nehêle
Jiyan
Bê te
Dijrabûna dilê min e
Ew şerê hebûn
Mayîna min e
Şerê bihar
Zivistana min e
Hewa ewr e dem sar e
Cîhan jî li min şev û reş e
Dil li min bû cemed
Bihara min were ba min
Gul vede bibe gul û gulîstana nav dilê min

Canê min
Bêhna min
Çavkanî ya giyana min
Bilbila baxê min lez were
Bê te tama jiyan û tama temena min tune ye

Bê min nebe gûl
Gulîstan
Nebe çem û çavkanî
Bê min nebişire
Bi hurehur nekene
Were devê xwe
Lêvên xwe dayne li ser devê min û wusa bişire

Dilbera torinî
Hîyveroya şeva min
Bihuşta rast
Evîna rast
Were dilê min were
Hêj ku zman nebihurî
Were min bike qurbana xwe
Bo min bibe baran
Bibe roj û tav
Bibe jiyan
Wek xwêdana karkeran
Bibe hêvî û sewda min
Were, singê min de vemirîne agir û germa canê xwe

Mehmet Çobanoglu
19.05.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu