Şiir Tutkusu

Menü

Birîna Şengalê

Kela germa havînê ye
Her der qeliya ye
Her der dûman e
Dîsa li ser Êzîdî’yan
Xişma Misilman’an e
Êrişa İŞÎD’e
Êrîşa El-Kaîde ye
Sîncar şewitî, Laleş helîya
Hawara dayîk û qêrîna zarokane
Şîn û şîvana Kurdan ket başûr bi heta bakûr

Mixabin
Dîsa komgujî ye
Dîsa agir dibare
Fîxan û wizara Êzîdan e
Ji axê xwîn dikişe wek çem û robaran e
Zeman xerabû hawar tevkujîya Êzîdan e

Ax yeman
Rondikên hemû çavan hûr dibarin
Bajara Zumar ber agir e
Rabia kul dikişe
Til Koçer birîndar e
Ji ser axa kurdîstanê
Şengal dîsa bêkêf û bêhale
Misilmanên hov û mirovxwer
Misilmanên cinavir
Bi kêr û şûran ketîn nav Êzîdan serîyan jêdikin,
Zarokan serjêdikin, destdavêjin bûk-qîz û jinan
Gund û malan xera dikin, parestgehan hildiweşînîn

Gul qetandin
Gul hêşîn nabin
Hêlîn hilweşandin
Cûk nafirin
Fermana bêbextan e
Êrişa Misilmanan e
Dîsa wekê berê serê Êzîd’an gog dileyîzîn
Her der bi xem û keser e, qîre qîra bêrîndaran e

Bangewazîya melulan e
Mirin û mayîna Kurdan e
Gaziya gerîlan û hewla pêşmergeyan e
Ey dewletên cîhan ê
Ma ev çi hal e
Ma misilmanî û oldlarî ev e
Ka mirovatî li ku ma aştî û hevdemî
Bila ilê Misilmanan bişewit e
Koma wan tev bêbawerin
Hemû bi bela û hemû qedane
Ketin pêsira Êzîdan, Êzîdan qir dikin, Şengal dinale û birîndar e

Mehmet Çobanoglu
04.08.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu