Şiir Tutkusu

Menü

Bi Salane Ez Bendewarim

Welatê xweş diyarê şêrîn
Li te de sorgula min dijî
Dilê min de evîna te tijî
Ez qurbana adanîya te
Loma min re bûyî bawerî û hêvî.

Bi salane ez bendewarım
Geh evindarim
Geh dijraberim
Carna birîndar
Û carcaran qencim
Gula min û gulşena min
Serbestî û azadîya gelan tu Kurdîstana min

War û welatê bav û kalê min
Hêzê giyana min
Sed ramûsan bidim te
Ez bimirim dîsa tu ne bese
Her dem geş bi tim şêrîn Kurdîstana min

Dermanê derdê min
Ez ji li te dûrim
Tu nema sebra min
Tune ax
Û kevirên min can welatê nin

Mişxetîyê de
Xerîbîyê de
Ez pir tî û birçî mam
Miçiqî ava çem û kanîyan
Li van deran de zimanê min qedexeye
Kurdîstan’a min hêvîdarîya min dilê min

Tune agirdanka mın
Dûmana min roja min
Tune tûr û tûrikê min
Ceh û genimê min
Tune nan û sifra mala mın
Warê xelkê mahzere li bû zindana min
Dixwazim te li de bijîm Kurdistan’a mın

Mehmet Çobanoglu
02.09.2012
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu