Şiir Tutkusu

Menü

Bêrîvana Çiyan E

Berivana çiyan e
Ji ber berxan , mîhan e
Qêmîş nakî binêhêrî
Gul, kulîlkên dilan e

Berîvana li gund e
Lêv tenik û dêm rind e
Qêmiş nakî binêrî
Bejna wî jî bilind e

Berîvana Kurda ye
Şara xwe girêda ye
Qêmîş nakî binêrî
Biskên xwe jî berdaîye

Bêrîvana me şewqe
Dimeşe reqereqe
Qêmîş nakî binêrî
Mîna zêran dibiriqe

Bêrîvana me rêzan e
Her tiştî jî dizan e
Qêmîş nakî binêrî
Wek werdek û qazan e

Mehmet Çobanoglu
24.09.2014
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu