Şiir Tutkusu

Menü

Berfa Qers’ê

Berfa Qers’ê berfa Qers’ê dema dibare ser Kêrs’ê
Payîz çûye zivistane, derî tê girtin ser hewşê
Lêlê daê belengazê mîrov dikeve fikara
Her der dibe mij û dûman, nîn dipêjin li tendûrê

Ava Qers’ê ava Qers’ê diherike deşt û bestan
Wisa şêrîn wisa xwşe wele mîna şîr, hingivan
Geva zivistan vekişe çemê Erez xweş dikişe
Ji kanîyan, çavkanîyan avê vexwen bi nav çengan

Warê Qers’ê warê Kurdan navda heye gundên Tirkan
Garan birin li ser çolê, pez jî hatin nav guheran
Ez qurbana keç û bûkan, şir didoşin ser elbikan
Dew keyandin bi meşkan ve penir xistin nav eyaran

Tapê Qers’ê tapê Qers’ê pir bilinde nav û denge
Nav de rihan û kulîlkin; gul sorbûne ala renge
Dem havîne dem bihare her der gule gulîstane
Axa welat Kurdîstan e dil şabûne şeng û şenge

Mehmet Çobanoglu
04.04.2012
Stanbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu