Şiir Tutkusu

Menü

Bendewarîya Welat

Wê rojê pêngaveke geş
Yekîneke germ
Dijrabûneke mezin
Serbestike bêdawî
Pêk anina sitirandinan
Rizgarîke bi rûmet
Welateki serbixwe
Kovaneke aramî
Bi hez û evîna yaran
Girêdayî ke bendewar
Diaxwazîyeke ji dil, bibe pênîvîsa min

Ku bi tenê
Wê rojê
Ji hemû hêstirên çavan
Helbestekî binivîsim
Hevdenga wî ba û bahoz
Peyvên wî jî berf û baran, şilî û şepel be

Ku wê rojê bi tenê
Derd û kulan
Ji min gunehek
Paş de mayî yê de
Li tama ramûsandinê ser lêvên min
Bi gerek tamek jî li nav helbestê de bibe

Ku ez ew rojê
Helbestê binivîsîm
Zincîra zendaan
Şikestî û rizîyayî be
Evîna dilê min
Gul vedayî
Li ser wlat
Şer sekinandi
Gerek di nav hêvîyên gelan de
Aşîtî û biratî hêşîndayî be
Hêşîndahî û germahîya ax ê tê nav de tijî bibe

Ezbenî, rojekî bi rojan
Li wê rojê
Ew helbesta ez binivîsîm
Bînîm li ser ziman
Hîmê wê û riste yên wê de
Şerê şanazî
Wekhevîya mirovan
Bi serbestîya welatê me tê de be
Ezê ji wê helbestê de bang kim
Bi dileke germ ve bêjim
Her bijî niştiman her hebe welat ji bom e azad bibe

Mehmet Çobanoglu
20.03.2016
Stetenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu