Şiir Tutkusu

Menü

Belkısâ Seba

Hemû bêna xwen berde biperoşî vexum
Li nav milên te de ez sermest bigerim
Tu bibe rojeke sorkirî, êtûneke bişewat
Gava destê min dekeve ez tim bihelim

Tu tim bo min bikene, şên û şaî coş bim
Bidapalînî tev dilê te bim, evînê ve tirbim
Tenê te spî derya- umman e xwêdana tejî
bêhna gulan e
Ez te re bibim Kerem bêdawî bişewitim

Tu pir çoxî, pir dilovanî ey jina bedew
Te min çi kir? Te min xwe ve girêda
Ziman şêrînê rû heyvê Belkis’a Seba
Bi dema evînê û şadîyê te hişê min dizî

Yara minî şekir- xavik, tim nazik bimeşe
Gula bax, bexçê min ê sor, kibar û zelal
Destê xwen bide destê min tim ba min bimîne
Haydê were , bejn werdeka min, nûra çavê min

Bi evîna min ez têmê tu bende min be
Em tim bileysîn ji nav şevêde bişadî
Ez bibim bihar-havîn tu jî gela gevez be
Daxwaz û xwestinê xwe serdilê min ve ke

Mehmet Çobanoglu
10.09.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu