Şiir Tutkusu

Menü

Bêhêvîtî Mirine

Êdiî hêvîyên min ji min veqetîyan
Li min venagerin
Bêhêvîtî mirine
Çi bêjim
Çi binivîsim
Min tiştek fêm nekir
Nizanim gelo gunehê min çiye
Derd û kul
Min seh nakin, min nabîhisin
Roj li min winda bû
Dem ji li min sar e
Birînên pençeşêr
Mar û dûpişk
Şevên reş û tarî
Dor min girtin dor min pêçandin
Ez mişxetê welatê xwe
Revokê şadî ya xwe me
Ewrên xubarî,û bahozên hişk li ser min de dizvirin

Ax jiyan
Ax birîn
Ax raborîya min
Ronahî li min dûr ket
Nav dilê min de êş û jan e
Difnên min de xwîn diherike
Ji qêrînên min
Ard û asîman hev re qelişîn
Ev çi zincîr û werîsin? Li destê min girêdaîyne
Ax dilê min tu ne bextîyarî, salane ez pir bêçare me

Sal derbaz nabin, dem rawestîya ye
Dilê min de xof e
Berserê min de mirin e
Hez kirin paşila min de agir û şewat e
Ax xewn û xeyalên min ji min re bêbextîyê dikin
Li Semsûr’ê û Dêrsim’ê hemû war û welatê me de
Şevqeq vekêşîyaye û ronahî nemaye her der qîr û qetran e

Yek evîn
Yek welat
Yek jî dayîk nin be
Jiyan li bo min mirine
Ez bi xwe re cenk û re şer dikim
Ezê hêvîyên xwe dîl bigirim çimkî hêvî bingeha xeyalan e
Ku evîn û piçek hêvî tune be, dil xelaz bûne û jiyan jî mirine

Mehmet Çobanoglu
13.04.2015
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
4.00/5 Toplam verilen oy : 1
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu