Şiir Tutkusu

Menü

Azadî Û Aşti

Ronahî bû siba me, şewq jî ket nav axa me
Bombe nereşin bese, agir nexin warên me
Pir xweşe zehf şêrîne, wele navê aştî yê
Mîna zozanên Muş’ê , mîna gula Wan’a me

Rizgarî her dem xweşe, evîne,-serbestîye
Îro me re dîlane, li bo gelan aştîye
Em rêketin, pêşketin walatê me jî geş bû
Werin qada Qoser’ê ji bo me serketîye

Hemû malan avakin, zîndanan jî valakin
Darazxwaran jî berdin, dilê wan jî pir şakin
Û berva asîmanan, kevokan bifîrînin
Cilên zarokan lêkin, lamê wan jî tim maçkin

Lihevhatin pir xweşe wek hingiv û şekire
Dil qurbana hevalan, can wanan bişêkire
Bese bila şîn nebe, çavên gelan şilnebe
Xozat warê Dêrsim’e, navçekî pir hezkire

Gazî hemû gelakin, Ecem, Tirkan, Ereb’an
Wele çêbû biratî, fersend nedin xereban
Kurdîstan’a bû para gel, nebû para neyaran
Welatê me pir xweşe, tim hajhebin dil qurban

Mehmet Çobanoglu
24.12.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu