Şiir Tutkusu

Menü

Agirê Kobanê Vemirînin

Rêya şoreş yê zirav û dirêj e
Pergela paşverû yan pir qirêj e
Vê gavê Kobanê li ber gulan e
Dem pir tarî ye û dem bêtîrêj e

Agir û pêt e, kelîna dilan e
Li Kobanê de şer e û talan e
Bahoz û bager e, mij û moran e
Hilweşandinên gundan û malan e

Hawar û hawar gelan diqaji nin
Neyarên gel hemû se û tajî nin
Xwedêgiravî ew xas Misilman’in
Pir xedar zehf bêhiş û bêmêjî nin

Lêxin wan neyarên hov sist bikin
Berxwedanê ve jiyanê şên bikin
Roj ev roj e an mirin an mayîn e
Pêşketin û têkoşînê geş bikin

Lê xin serê wan rewêlan erdêxin
Wan keftaran ji bajarê de derxin
Agir,pêtên Kobanê vemirînin
Berhev bin yekîtîya Kurdan pêşxin

Mehmet Çobanoglu
13.10.2014
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu