Şiir Tutkusu

Menü

Xwîn Rijandina Kurdane

Ax welato waletê xerabe ax welatê xopan
Nalîna te çim wusa kûr e
Derdê te çima wusa giran e
Ji bêrîna te xwîn diherike
Ma ne heyfe
Li te mij e li te dûman e
Bi salane roj
Berbangên te ber gulan e
Bask û perên bazên te şikestîn e
Li berx û pezên te jî kalîn e
Dîsa qul, sosinên te qetandin
Dîsa şîn e; êdî bese
Ji bo çi ? Li ser Cîzra Botan de
Bi hezaran gule, top dibarînin
Ji bo çi ji bo çi ? Li ser te xayinên te pirin
Hinek kesên te jî bênamûs bi bêrûmetin
Lo çima qelaşîya Romê naqede? Me fermane me Kurdan re tevkujîn ye

Lo welato walatê rebenan, waltê belengazan
Dsa me Kurd’an re heşire
Dîsa li me qêrîne
Disa li me xem e
Derdê me girane yek şewata Farqîn’ê ye
Yek jî nalîna Pasûr’ ê ye bi herd jî dilê me dikewîne
Di Rojava de wek bajara Kobanê Qoser helweşandin, Dih jî dirandin
Dîsa kela dilê me kela rondikên dayîkan e, qir me bêşe ê leşkerên Romê ye

Ax welato weltê bi heyf welatê şerpeze welatê perîşan
Dîsa qêrîna dayîkan e dîsa kesera civaka me Kurd’an e
Tinebûnîya azadîyê
Bo me Kurdan mirine
Aştî ya me şelandin
Zar û zêç
Mirî yên me
Bin paletên tankan de Rom’ê de hiştin
Dîsa qêrîna dilan e
Dîsa êrîş anîna dewleta Tirk’an e
Dîsa sosretî, hovîtîya faşistan û nijadperestan e, xwîn rijandina me Kurdan e

Mehmet Çobanoglu
31.01.2016
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu