Şiir Tutkusu

Menü

Şelaf Nebe

Lo şivano şelafetî nekêyfe;
Te digot “ Welat nebe mirine”
Bi şelifî têkçûyî ma neheyfe?
Malxirabo tu nizanî me şere!

Lo Şivan Perwer hozanê bêbawer,
Zilma Tayyîp –dewlet’ê hê ser me ye,
Berjewendîyê dest berde, bibe wer…
Bê welat û bêdiyar jiyan nabe.

Lo şivano te pişta xwe da dewlet,
Te çi helda te çi stand? Nizanim,
Tek keda xwe ya rastî kir nav xelet,
Te saza xwe te soza xwe erzan kir.

Lo şivano te çima xwe biçûkand?
Rûmetî, şanazî û ar her tişte,
Nizanim, te çima xwe da rûçikand?
Nekeve bin sîha kûçikan, berazan.

Lo şivano Kurdîstan rûmete û şeref e,
Kurd ne pûçûn ne lawaz ne jî jarin
Te salan xwewş awaz digot şoreşî;
Kê gel bifiroşe ew tim bêşerefe.


Mehmet Çobanoglu
18.11.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu