Şiir Tutkusu

Menü

Kevoka Mine Dilêş

Kevoka min nafire bi rojane dinale
Canê wî de xwîn diçe ji birînan bêhale
Kevoka min êşandin per- baskê wî şikandin
Agir ket nav dilê min dem jî min re wêrane

Kevoka min naçêre kevir lêket bêhale
Ax limin wax limin bi rojane bêzare
Kevoka min ez qurban kezeba min dihele
Min bû payîz, zivistane nehavîne nebihare

Ax kevoka rebenok qurban be ev canê min
Zilma hat te qelîbî jana te xist dilê min
Kesek e dil qewîn kevirkir nav serpî yê te
Ez şewîtîm, peritîm tarî bû cîhana min

Kevoka min e xemgîn, dilêş dil jan û keser
Mîrovekî dilxirab,te re jîyana kir xesar
Bom in dilgeşî nema, axîna te ve qelîyam
Kevoka mine xweşik ez te re bibim derman

Mehmet Çobanoglu
07.04.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu