Şiir Tutkusu

Menü

Keça Leheng

Tu gulî tu kulîlkî tu şewqî tu şemalî,
Tu bextî tu nîyazî tu wek roja zelalî,
Tu evîna Kurdan’î şoreşgerê gelanî;
Tu dozvanî, şervanî; tu rêwîyê salanî.

Tu çalakî dimeşi tu bahozî, bagerî…
Tu neyarê hovanî, mafê gelan digerî,
Dijrabûna te geşe, çektarê me Kurdan’î.
Qedrê te ba me pire, zimrûdî û gewherî.

Keça me şoreşgerî tu dixwezî serbestî,
Û bimire koletî, êdî bese bindestî
Têkoşera pir hêja, her hebi tu her hebî,
Gelên rûmet rabin pê, hevbigirin xîrettî.

Berxwedan tim jiyane ji hewldana gelane,
Keça rabû li ser pê têkoşerê Kurdan’e,
Roja nû jî nêzîke! bimeşin partîzananî;
Keça me pir lehenge bi tev koma şêrane


Mehmet Çobanoglu
16.08.2013
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu603 şiiri bulunuyor
Paylaşabilirsiniz:
2.5/5 Toplam verilen oy :
Ekleyen Kullanıcı : Mehmet Çobanoğlu